Xwendekarên Reqayê êrişên li dijî çanda kurdî şermezar kir

Xwendekarên Şerqa Kantona Reqayê, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li dijî çanda kurdan li bajarê Sîrtê yê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Xwendekarên Reqayê êrişên li dijî çanda kurdî şermezar kir
Xwendekarên Reqayê êrişên li dijî çanda kurdî şermezar kir
1 tebax 2024   20:28
REQA

Xwendekarên Şerq a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî çanda kurdan şermezar kir.

Desthilata Tirk 27`ê Tîrmehê 15 kes li bajarê Sîrtê ya Bakurê Kurdistanê û bajarê Mêrsînê ji bo ku govenda kurdî gerandine, girtin.

Xwendekar Stêra Ibrahîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Jin û ciwanên têkoşer bi ramana Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne, jin û ciwanên ku ji her çar parçeyên Kurdistan hatine li dijî çeteyên DAIŞ’ê û Erdoxan şer kirin.

Em weke xwendekarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya govenda kurdî ya ciwanên Bakur dikin û kesek nikare çanda kurdî tune bike.

Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewl dide nasnameya çandî û hûnerî ya gelê Kurd tune bike. Dewleta Tirk li gel dagirkirin, guhertina demografîk, revandin û girtinê êriş çanda kurdî dike.

Xwendekaran di dawiyê de govend li ber stranên şoreşgerî gerandin.

(gm-şx)

ANHA