Dîmenên parçeyên balafira li Pênciwênê hatiye xistin hatin weşandin

Gerîlayên Azadiyê îro li sînorê Pênciwên 19’emîn balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker xistin. Rojnews dîmenê parçeyên balafirê belav kir.

Dîmenên parçeyên balafira li Pênciwênê hatiye xistin hatin weşandin
1 tebax, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di danê nîvro de hate ragihandin ku li sînorê gundê Siyagoz ya ser bi navçeya Germik ya girêdayî bajarokê Pênciwên ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê balefirek bê mirov hatiye xistin.

Ajansa Rojnews’ê dîmenê parçeyên balafira ku îro ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve hatî xistin, belav kir.

Li gorî dîmenên hatine bi destxistin, balafira bê mirov bi temamî şkestiye û şewitiye.