Sibe wê li 6 navendan meşên dijî dagirkeriyê bên çêkirin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dê li 6 navenda Kantona Cizîrê meş werin lidarxistin. Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna meşan kir.

Sibe wê li 6 navendan meşên dijî dagirkeriyê bên çêkirin
14 ÇILE, 2024   21:35
QAMIŞLO

Êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Insiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê dê sibe li 6 navendan meşan li dar bixe.

Li gorî insiyatîfê, meşa li Qamişloyê dê saet di 12:00`an de ji Çerxerêya Sonî dest pê bike. Li navçeya Amûdê jî dê meş saet di 12:00`an de ji ber Aada Jina Azad dest pê bike.  Li navçeya Tirbespiyê meş dê saet di 12:00`an de ji ber avahiya Meclisa Gel dest pê bike. Li navçeya Çilaxa  jî meş ji ber Çerxerêya El Dela saet di 12:00`an de, li navçeya Girkê Legê ji ber Çerxerêya Şehîd Xebat saet di 11:00`an de û li navçeya Dirbêsipê saet di 11:00`an de ji ber Mizgefta Hecî Siltan dest pê bikin.  

Endama Insiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê Perwîn Yûsif bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û bang li tevlêbûna girseyî ya meşan kir.

(sb)

ANHA