3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan

Yekitiya Rewşenbîran a Kanton Tebqayê  3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan li hola Navenda Çandê ya Tebqayê organize kir.

3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan
3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan
3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan
3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan
3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan
14 ÇILE, 2024   21:51
TEBQA

Di çalakiyê de bi dehan şêniyên herêmê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û nivîsgeh û komîteyên wê û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de endamê Komîteya Çand û Hunerê Amir El Enad bixêrhatina beşdaran kir.

Di pêşangehê de romana bi sernavê "Zil El Tût" a nivîskar Ehmed El Omer û romana "La Şey Bede Fî Beyrût" a nivîskar Selam Hisên hatin îmzekirin. Her du nivîskar ji Tebqayê ne.

Komîteya Amadekar da zanîn ku di rojên bê de rûniştinên rexnegirî û nêqaşên li ser herdu romanan bên lidarxistin.

Pêşangeh wê sê rojan dewam bike.

(mh)

ANHA