Rêveberiya Xweser: Îradeya gelê me wê bi serkeve

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker wê îradeya gel bi serkeve.

Rêveberiya Xweser: Îradeya gelê me wê bi serkeve
14 ÇILE, 2024   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyeke nivîsekî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hincetên nerast êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diomîne û wiha hate domandin: "Ev êriş encamên hişmendiya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk ji holê rake û şer gûr bike. Hewl dide sûdê ji geşedanên herêmî û navneteweyî bigire da ku siyaseta xwe ya dijminane û qirkirinê pêk bîne. Vê siyasetê bi taybetî li dijî gelên ku li hemberî terorê têdikoşin û hewl didin modeleke civakî-demokratîk  a li ser bingehê yekîtiya gelan ava bikin, pêk tîne."

Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirin, koçberkirin û valakirina herêman a wekî ku li herêmên dagirkirî pêk tîne ye.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk bi van siyasetan hewl dide raya giştî ya Tirkiye biaxibe û çavê wê li binkeftina hikumeta Erdogan bigire.

Di berdewama daxuyaniye de bal hat kişandin ku Rêveberiya Xweser dê li hemberî siyasetên qirkirin û înkarkirinê bisekine û wiha hat domandin: "Em ê avakirina herêmên xwe bidomînin û îradeya gelê xwe pêş bixin."

Di daxuyaniyê de bang li saziyên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî hat kirin ku xetereyên êrişan û bandorên wan ên li ser rewşa mirovî û têkoşîna li dijî terorê bibînin.

Bang li tevahî pêkhateyên herêmê yên li welat û derveyî welat jî hat kirin ku li hemberî van siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê xurt bikin û hat got: "Îradeya gelê me mîsogeriya serketin û têkbirina tevahî planên dijimin e."

(bb)

ANHA