Ji Îngilistanê piştgiriya ji bo kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'

Dîrektora Ragihandinê ay Kampanya Piştevaniya Kubayê ya Brîtanyayê Natsha Hickman ji bo kampanya 'Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re' peyama piştevaniyê weşand.

Ji Îngilistanê piştgiriya ji bo kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'
14 tebax 2024   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navê Kampanya Piştevaniya bi Kubayê re ya Brîtanyayê (Cuba Solidarity Campaign) Dîrektora Ragihandinê Natasha Hickman ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd ku 10'ê Cotmeha 2023'an ahte destpêkirin. 

Natsha Hickman ji dil ve peyameke piştgiriyê da kampanyayê û got, "Di têkoşîna hevpar a ji bo serwerî û serxwebûnê de em yekîtiya hev dikin. Li hemberî zext û bêedaletiyê, pêwîstiya me bi piştevaniya navneteweyî heye. Herdu tevgerên me bi xurtî bi pîvanên wekhevî, edalet û diyarkirina çarenûsa xwe dilsoz in."

DIVÊ EM PIŞTGIRIYA HEV BIKIN

Natsha Hickman anî ziman ku berxwedêriya gelê Kurd a ji bo azadiyê bandoreke xurt lê kiriye û got, "Bi heman rengî têkoşîna Kubayiyan a ji bo parastina şoreşa xwe ya ji bo serweriyê, sekna li dijî destwerdana derve, demeke dirêj ji bo gelên bindest ên cîhanê bû hêvî. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi danîna têkiliyên piştevaniyê heye. hewldanên me yên hevpar ên berxwedana li dijî emperyalîzmê, parastina mafên xwe, aştiyek li ser bingeha wekhevî û rûmetê ketine zikhev. Divê em dengê hev xurt bikin, ji bo cîhaneke hîn baştir di têkoşînê de bi hev re tevbigerin."

WLDANÊN ME WÊ DEWAM BIKIN

Natsha Hickman anî ziman ku Kampanya Piştevaniya Kubayê piştgiriyê dide gelê Kurd û destnîşan kir ku ji bo afirandina paşerojeke bi rûmet, maf, azadî û aştiyê ya hemû gelan wê hewldanên xwe dewam bikin.