Hemasê dan û standinên li Qeterê boykot kirin
Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê ragihand ku li gel gurbûna şer piştî kuştina Îsmaîl Heniye, tevger tev li dan û standinên li Qeterê nabe.
Nûnerê tevgera Hemasê ya li Lubnanê Ehemd Ebid El Hadî got Hemas tev li dan û standinên roja pêncşemê nabe.
Ebid El Hadî ji kanala CBS re axivî û got: "Heta niha Îsraîlê tu mîsogerî nedaye ku li gorî pêşniyara berê ya serokê Amerîkayê Joe Biden û biryara Meclisa Ewlehiyê, dê pabendî dan û standinan be."
El Hadî wiha domand: "Em ne li dijî dan û standinan in, di gerên berê de em nerm bûn. Lê serokwezîrê Îsraîlê Bejamîn Netanyahu û hikumeta wî pêşniyar red kir û şertên din danîn, serokê tevgerê Îsmaîl Heniye li Tehranê kuşt. Ji ber wê em tev li dan û standinên 15`ê mehê nabin û em ê vegerin xala destpêkê."
Tevgerê di heman demê de diyar kir ku heke Îsraîlê "bersiveke cidî bide" ew amade ye piştî dan û standinên li Qeterê bi navbeynkaran re rûne.
(şx)