Ji girtiyên siyasî bang: Li hemberî siyaseta darvekirinan yek deng bin

Girtiyên siyasî Reza Mihemed Hisên û Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Îran bi cezayê darvekirina ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî nikare dengê azad qut bike, divê kes nebe hevkarê sûcan.

Ji girtiyên siyasî bang: Li hemberî siyaseta darvekirinan yek deng bin
11 ÇILE, 2025   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê siyasî Reza Mihemed Hisên, ji girtîgeha Qizilhesar ya Kerecê, der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî de peyamek belav kir.

Reza Mihemed di peyama xwe de cezayên darvekirinê bi kîna hikumetê ve girêda û got; “Ji ber ku xwe li hemberî daxwazên xelkê lawaz dibîne, lewma cezayên darvekirinê dide. Bicihanîna cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî, nikare dengê azad qut bike. Em weke girtiyên siyasî, tevî hemû gef û îşkenceyan, dibîn dengê xelkê ku hemberî van kiryarane bêdeng nabin. Her kesê ku hemberî van sûcan bêdeng be, dibe hevkarê sûcan.”

Girtiya siyasî ya li girtîgeha Evîn Nêrgiz Mihemedî  jî der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî de, li ser tora xwe ya medya civakî peyamek belav kir.

Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe de ev tişt gotin; “Rejîma Îranê dixwaze bi despêkirina cezayên darvekirinê ji bo jinên girtiyên siyasî, tola xwe nîşanî welatiyan bide. Pejirandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, bi armanca bêdengkirina jinan û tolhildana ji rumeta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ez bang li hemû weLatiyên Îranê, azadîxwazan, rêxistinên naveteweyî dikim ku beramberî vê siyaseta darvekirinê yek deng bin û dijî wê rawestin.”

Hêjayî gotinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.