Dagirkeran li Qereqozaqê 2 zarok birîndar kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li gundê Bîr Hiso yê nêzî Pira Qereqozaqê malek topbaran kir. Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn.

Dagirkeran li Qereqozaqê 2 zarok birîndar kirin
11 ÇILE, 2025   14:37
NAVENDA NÛÇEYAاN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Bîr Hiso yê nêzî Pira Qereqozaqê malek topbaran kir. 

Di encamê de zarokên bi navên Hanî Elî El Şewax (16) û birayê wî Casim Elî El Şewax (11) birîndar bûn.

Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Emel a li bajarê Kobanê tên dermankirin.

(bb)

ANHA