ˈDosyaya darvekirina Pexşan ji bo beşa bicihanînê hat şandinˈ

Birayê Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî aşkera kir ku ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî dosya ji bo beşa bicihanîna cezayan hatiye şandin. Her wiha diyar kir ku saziyên ewlehiyê zextan li ser dadwer dikin da ku biryara darvekirinê were erêkirin.

ˈDosyaya darvekirina Pexşan ji bo beşa bicihanînê hat şandinˈ
11 ÇILE, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

8ˈê Çileyê parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihandibû ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.

Birayê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî der barê mijarê de ji Radyoya Ferda re axivî.

Aso Ezîzî diyar kir ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî dosya ji bo beşa bicihanîna cezayan hatiye şandin. Aso Ezîzî da zanîn parêzer daxwaza rûniştina dadgehê dikin, lê fikar hene carek din belgeyên ku parêzer pêşkêş bikin, li ber çav neyên girtin.

Aso Ezî got: “Pexşan Ezîzî endamtiya ti grubekê qebûl nekiriye. Îstixbarata Îranê jî di vî alî de ti belgeyek pêşkêş nekiriye. Tenê raporek lêkolînê di vî warî de heye. Ji aliyê saziyên ewlehiyê ve zext li ser dadwerê bilind tê kirin daku biryara darvekirinê erê bike.”

Aso Ezîzî diyar kir ku rêxistinên wek Heyva Sor a Siwîsreyê piştrast kiriye ku Pexşan Ezîzî li Sûriyeyê tenê wek karmendeke civakî bi xwebexşî kar kiriye.