Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin

Li herêmên Germiyan, Silêmanî û Hewlêrê bi sed hezaran kes daketin kolan û êrişên li ser Rojava yê Kurdistanê şermezar kirin. Peyama herî zêde derketiye pêş, yekrêziya Kurdî bû.

Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin
Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin
Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin
Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin
Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin
Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin
Ji Germiyan heta Silêmanî û Hewlêrê sed hezaran kes ji bo Rojava qîr dikin
23 ÇILE, 2026   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê sed hezaran kes ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser piyan e. 

Li bajaroka Haciawa ya girêdiya îdareya Raperîn a Silêmaniyê, bi hezaran kes meşiyan û li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin.

Li navçeya Kelar a herêma Germiyanê hezaran kesan dilsoziya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anî ziman. Her wiha bênavber peyamên yekîtî û yekrêziyê hatin dayîn.

SILÊMANÎ BU LEHÎ Û HERIKÎ KOLANÊ

Çalakiya herî mezin li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin. Li bajarê ku ev çend rojin nerazîbûn hene, îro meşa herî mezin hat pêkanîn.

Tevî berf û sermayê jî, bi sed hezaran kes herikîn qadê û meşiyan. Girseya ku rêveber û nûnerên partî, rêxistin û saziyên sivîl jî di nav de ne, bê navber dirûşmeyên dilsoziya Rojava tên berzkirin.

Her wiha dirûşmeyên yekîtiya Kurd û yekhelwestê tên berzkirin.

Li Hewlêrê jî girseyek qelebalix li Parka Şar kom bûn û êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Diruşmeyên nîşandana helwestê û yekîtiyê hatin berzkirin.

(a)

ANHA

Silêmaniyê

Germiyan

Silêmaniyê