Ji Gerîla TV dîmenên çalakiyeke din 

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya bi çekên giran hate kirin û di encamê de 3 dagirker hatin kuştin, weşand.

Ji Gerîla TV dîmenên çalakiyeke din 
28 adar, 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

24’ê Îlonê saet di 16.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku tîmên me yên bitevger pêk anî, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn."