Serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin

Li parêzgeha Enbar a Iraqê serçeteyekî DAIŞ’ê ê bi navê Semîr Xidir Şerîf Şîhan hate kuştin.

Serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin
28 adar, 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiyê li parêzgeha Enbar û li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê de operasyoneke leşkerî li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama operasyonê de serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Semîr Xidir Şerîf Şîhan ku berpirsê veguhastina çeteyên DAIŞ’ê bû, hatiye kuştin û gelek çek û teqemenî hatine desteserkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku çeteyê hatiye kuştin, destê wî di kuştina gelek welatiyên Iraqê de hebû û ji parêzgeha Enbarê bû.