Dewleta Tirk 135 welatiyên din şandin Girê Spî

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker berê 135 welatiyên din ên sûriyeyî da Girê Spî ya dagirkirî.

Dewleta Tirk 135 welatiyên din şandin Girê Spî
28 adar, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji Girê Spî dane, dewleta Tirk vê sibehê berê 135 welatiyên din da Girê Spî. Çavkaniyan diyar kir ku rayedarên dewleta Tirk 135 welatî di deriyê sînor re vegerandin Girê Spî.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) îro raporek berfireh li ser rewşa mirovî ya li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û vegerandina bi zorê ya penaberên Sûriyeyê ber bi Girê Spî ya dagirkirî ve, weşand.

Li gorî raporê, dewleta Tirk di navbera Kanûn û Çileya par de 57 hezar û 519 sûriyeyî û yên dîtir derxistine derveyî sînor. Ji vê hejmarê 16 hezar û 652 kes di deriyê Girê Spî re hatine derxistin.

Di raporê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk dibêje armanc dike herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê de veguherîne "herêmeke ewle" û wiha hat domandin: "Lê ya rast ew e ku li van herêman binpêkirinên hiqûqî têne kirin. Ji ber ketina Tirkiye ya bi dirêjahiya 150 kîlometereyan di navbera parêzgehên Reqa û Hesekê de, bi sed hezaran kes koçber bûne û neçar man ji warê xwe bibin."

(bb)