Ji fermandarên YPJˈê banga tevlêbûna nava refên parastinê

Endama Fermandariya Giştî ya YPJˈê Rohilat Efrîn bang li tevahî sûriyeyan kir ku li hember êrişên qirkirin û pergala baviksalar rêgeza xweparastinê bi pêş bixin û welatê xwe biparêzin.

Ji fermandarên YPJˈê banga tevlêbûna nava refên parastinê
7 ÇILE, 2025   15:18
HESEKÊ

Komxebata şêwirê ya bi dirûşma "Bi hev re em Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" ya li Hesekê bi axaftinan dewam dike.

Piştî axaftina Corcet Bersûm, endama Fermandariya Giştî ya YPJˈê Rohilat Efrîn axivî.

Rohilat Efrîn di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û soza tolhildanê û serxistina şoreşê nû kir. Rohilatê bi navê tevahî jinên Sûriyeyî silav ji şervanên li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê re şandin.

Rojhilat Efrîn anî ziman ku Sûriye, Rojhilata Navîn, cîhan, bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke çarenûsî ya dîrokî re derbas dibin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Jinên sûriyeyî wê di kesayeta jina azad de azadiyê bi dest bixin. Em di vê civînê de nameyên xwe ji tevahî jinan re dişînin. Em teqez dikin em ê ji feraseta baviksalar a cîhadîst rizgar bibin."

Rohilat Efrîn îşaret bi berxwedana şervanên YPJ û QSDˈê ya li hember êrişan jî kir û got: "Bi zîhniyeta ku Sûriyeyê tê rêvebirin, diyar e ku em li pêşberî qirkirineke din in. Ji bo vê yekê xweparastin ji bo jinan girîng e. Divê her jinek ku dilê wê ji bo azadiyê lê dide, tê bikoşe û welatê xwe biparêze."

Rohilat Efrîn bang li hemû jinan kir ku tev li refên hêzên parastinê bibin.

Komxebat dewam dike.

(bb)

ANHA