HPC-Reqa: Em ê li kêleka QSDˈê erdê xwe biparêzin

HPCˈê ya Reqayê diyar kir ku dê li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kêleka QSDˈê şer bikin.

HPC-Reqa: Em ê li kêleka QSDˈê erdê xwe biparêzin
7 ÇILE, 2025   15:25
REQA

Endamên HPCˈê, endamên saziyên sivîl û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Qada Çerxerêya Neîm a Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Eyşe El Hemade daxuyanî xwend û got: "YPJ û QSD ji ciwanên Kurd, Ereb, Asur, Suryan û Ermen pêk tên, hêzên parastina me ya rewa ne. Ji bo parastina gel û erdê xwe berxwedaneke dîrokî dikin."

Eyşe El Hemade diyar kir ku wek HPC dê li kêleka QSDˈê herêm û gelê xwe biparêzin û wiha domand: "Ji bo avakirina jiyaneke azad û birûmet em şerê gel ê şoreşgerî dikin. Em tevlêbûna xwe ya nava QSD û YPJˈê radigihînin. Em ê bi şervanên xwe re li eniyên pêş li ber xwe bidin."

Eyşe El Hemade di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê kir ku beşdarî QSD û HPCˈê bibe.

(bb)

ANHA