Ji eşîrên Başûrê Kurdistanê bang: Tevlî berxwedanê bibin

Nûnerên eşîrên neteweyî yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hemû ciwanan kirin da ku tevlî berxwedana li Rojava bibin û hate gotin; “Eger Rojava bikeve metirsiyê, wê hemû Kurdistan bikeve bin metirsiyê.”

Ji eşîrên Başûrê Kurdistanê bang: Tevlî berxwedanê bibin
21 ÇILE, 2026   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên eşîrê neteweyî yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek çapemeniyê piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Zerdeşt Celal ve hatî xwendin de, eşîran banga rawestandina êrişên ser Rojavayê Kurdistanê kirin û hate gotin; “Em banga yekitiyê li gelê xwe dikin, divê ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî parastina rûmeta gelê me bibin. Her wiha bang li hemû eşîran dikin ku li herêmên lê ne, piştgiriya madî û manewî bidin Rojavayê Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Kurdistan yek e, eger Rojava bikeve metirsiyê, tê wateya ku hemû Kurdistanê ketiye metirsiyê. Lewma divê hemberî metirsiyan yek bin.