Çeteyan ji depoyên li başûrê Çilaxayê genim û alav dizîn

Komên çete ji depoyên dexl û danan ên li başûrê Çilaxayê genim û alav dizîn. Ev yek gefên rasterast li ewlehiya xurekê dixwe.

Çeteyan ji depoyên li başûrê Çilaxayê genim û alav dizîn
21 ÇILE, 2026   16:14
QAMIŞLO

Ji dîmenên çavkaniyên xwecih parve kirine, diyar dibe ku komên çete depoyên dexl û danan ên li başûrê Til Elo yê başûrê Çilaxayê yê kantona Cizîrê vala kirin, genime tê de didizin.

Li gorî dîmenan ew kom bi kamyonan genim didizin û vediguhêzin cihê di bin kontrola xwe de. Çavkaniyên diyar kir ku ev sûc bi rêk û pêk hat kirin, piştî dizînê her tişt hat talankirin û xerabkirin.

Çavkaniyên xwecih hişyarî li ser berdewama van pêkanînan da ku gefên rasterast li qûta welatiyan û ewlehiya xurekê dixwe û daxwaza hesabpirsînê ji sûcdaran hat kirin.

(fr)

ANHA