Li Nisêbînê êrîş: 6 Rojnameger hatin binçavkirin

Piştî meşa li Nisêbînê, polîsan êrîşî ciwanên ku ber bi sînor ve diçûn kir, 6 rojnameger û gelek kesên din hatin binçavkirin.

Li Nisêbînê êrîş: 6 Rojnameger hatin binçavkirin
21 ÇILE, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Nisêbînê ya bajaêr Mêrdînê, piştî meşek ji bo hevgirtinê bi Rojava re, girseyek mezin hewl da ku sînor derbas bike. 

Piştî wê polîsan êrîş kir û  gelek kes hatin binçavkirin. Polîs û cendermeyan li seranserê navçeyê rewşa awarte îlan kirine, gelek kolan girtine û rê li ber çûna herêma sînor girtine.

Di heman demê de, rojnameger Heval Onkol,  Ferhat Akinci, Pelşîn Çetînkaya, Muhammet Alî Yilmaz, Kesîra Onel û Bariş Demîrcan jî hatin binçavkirin.