Ji destpêka şerê Xezayê zêdetirî 23 hezar filistînî hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama şerê navbera Hemas û Îsraîlê de heta niha zêdetirî 23 hezar filistînê hatine kuştin.

Ji destpêka şerê Xezayê zêdetirî 23 hezar filistînî hatine kuştin
10 ÇILE, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de 23 hezar û 357 filistînî hatine kuştin û 59 hezar û 410 filistînî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku di 24 saetên dawîn de 147 filistînî hatine kuştin û 243 jî birîndar bûne.

Hemwextê vê ragihandinê, êrişên hewayî û topbaran li dijî tax û malên li rojhilat û naverasta bajarê Xan Yunisê û kampên parzêgeha Wista berdewam e.

(şx)