Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞˊê li beyara Dêrazorê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyeyê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞˊê li beyara Dêrazorê bombebaran kirin
10 ÇILE, 2024   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kirin. Ew yek piştî êrişa DAIŞ`ê li dijî hikumeta Şamê ku di encamê de hejmareke zêde ya kuştî û birîndaran çêbû, pêk hat.

Li gor detayan di êrişa li beyara Asreya ya rojavayê Reqayê de, 5 endam û alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin. Di nav wan de efserek û herî kêm endamekî Difa Watanî heye.

Di êrişa DAIŞ`ê li dijî otobuseke hêzên hikumeta Şamê de li herêma Mehta El Salîse ya beyara Tedmurê (Palmîra) ya rojhilatê Himsê de 14 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Tedmurê têne dermankirin. Hemwextî êrişê, hêzên hikumetê ketin seferberiyê.

Ji destpêka salê ve, li beyara Sûriyeyê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êrişên DAIŞ`ê zêde bûne.

(şx)