Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ji bo zarokan bernameyeke perwerdeyê ya xwendina afirîner, wênexêzî, stran û fêrkirina amûrên muzîkê vekir.

Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî
Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî
Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî
Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî
Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî
29 nîsan, 2025   12:35
EYN ÎSA

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Eyn Îsayê bi armanca pêşxistina behreyan, berhameyek ji bo zarokên 6-12 salî da destpêkirin.

Di çarçoveya bernameyê de zarok fêrî xwendina afirîner, stran, muzîk û wênexêziyê dibin. Ji bo pêşketina asta zihnî jî wane ji aliyê endamên komîteyê û kesên pispor ve tên dayîn.

Der barê mijarê de rêveberê Komîteya Çand û Hunerê Malik El Himêrî got: "Bername li gorî planeke birêxistsinkirî ku temenan li ber çavan digire, hatiye sazkirin. Armanc ew e ku kêfxweşiyê bixin dilê zarokan û behreyên wan kifiş bikin û nifşekî pêşketî bigihînin."

Perwerde piştî dewama dibistanê bi dawî dibe, dest pê kir. Çav li rê ye ku perwerde 3 mehan dewam bike.

(bb)

ANHA