Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê û girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir
29 nîsan, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî ji bo ku bikarin Rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kir.