HPG: Artêşa Tirk êrişan bê navber didomîne

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bombebarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

HPG: Artêşa Tirk êrişan bê navber didomîne
29 nîsan, 2025   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Êrişên bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

26'ê Nîsanê saet di 23:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

27'ê Nîsanê saet di 21:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;

26, 27 û 28'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolanê 8 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun û Mijê 43 caran, li Herêma Metînayê Bêşîlî, Şêlazê, Serê Metîna 490 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 205 caran; bi giştî 746 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Destwerdana hêzên me ya li êrişan;

26'ê Nîsanê saet di 17:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Biharê hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan ku dixwestin êrişî tunel û çeperên me bikin.

27'ê Nîsanê saet di 16:36'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, wesayiteke zirxî ya dagirkeran a ku di pozîsyona êrişê de bû ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneyeke kamîkaze hate îmhakirin."