‘Ji bo serxistina pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şert e’

Şêniyên bajarê Çilaxayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku azadiya wî gaveke bingehîn ji bo aştî û diyalogan e.

‘Ji bo serxistina pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şert e’
15 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxayê diyar kir ku guherînên siyasî yên li herêmê, azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hewce dikin. 

Selamat Remo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir. Selamat bang li rêxistnên hiqûqî jî kir ku zextê li hikumeta Tirk bikin da ku mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne.

Selamatê anî ziman ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk derbasî qonaxa duyemîn û gavên di vê çarçoveyê de hatine avêtin jî hewceyî temamkirina pêkanîna azadiya Rêbertî ye. Her wiha got, domandina ragirtina wî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk asteng dike.

Selamat Remo di dewama axaftina xwe de got: "Ji bo pêşketineke rasteqîn di pêvajoya aştiyê de çêbe divê Rêber Abdullah Ocalan li derveyî girtîgehê be; ji ber ku dikare di xurtkirina diyalog û tifaqa gelan de role bilîze."

Şêniya bi navê Nermîn Şêxo diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan û jinan e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ramên Rêber Abdullah Ocalan têgihiştina jinan bi mafên xwe xurt kir û têgînin azadî û edaletê belav kirin. Azadiya wî ya fîzîkî ji bo domandina meşa aştiyê gaveke pêwîst e.”

Nermîn Şêxo destnîşan kir ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan rola jinan di civakê de xurt bû û her projeyek ji bo pêşxistina aştî û aramiyê azadiya wî ya fîzîkî hewce dike.

Ednan Elî diyar kir ku li gel guhertinên ku li Rojhilata Navîn rû dide, azadiya fîzîkî ya Rêber şert e. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser bingeha jiyana hevbeş a gelan û rêzdariya li hember dewlemendiya çandî û neteweyî ye.

Ednan Elî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan çare ji bo birêxistinkirina civakan û jiyana hevbeş pêşkêş kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel e, gel di kesayeta wî de dibîne ku dikare aştî û demokasiyê pêk bîne."

(bb)

ANHA