‘Navên dîrokî yên bajarên Kurdan beşeke nasnameya herêmê ne’

Siyasetmedar û welatiyan destnîşan kir ku navên dîrokî yên bajar û bajarokên Kurdan temsîla nasname û mîrateya dîrokî ya herêmê dikin û bang li hikumeta demkî kir ku navên resen ên herêmên Kurdan biparêzin.

‘Navên dîrokî yên bajarên Kurdan beşeke nasnameya herêmê ne’
15 tîrmeh, 2026   04:53
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Şênî û siyasetmendarên li bajarê Hesekê têkildarî hewldanên hikumeta demkî yên guhertina navên bajar û herêmên Kurdan nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Şêniya bi navê Ezîza Hemê destnîşan kir ku navên kurdî temsîla dîrok û mîrateya şêniyan e û got: "Ev nav girêdayî pêşiyên me ne ku bi hezaran salan li herêmê jiyane. "

Ezîza Hemê hewldanên guhertina navên Kurdan red kirin û got divê hikumeta demkî van navan weke wan bihêle, tu hincet tune ne ku navên gund û bajarên wan bên guhertin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso destnîşan kir ku gelê Kurd bi hezaran salan li herêmê dijî, normal e ku navên gund û bajarên wan dîrokî hebin. Ebulxenî Oso got: “Divê navên bajar û bajarokan rastî ti qeyd û qanûnên ku rê li ber bikaranîna wê digirin, neyê.”

‘NAV GIRÊDAYÎ DÎROKA HERÊMÊ NE’

Ebdulxenî Oso da zanîn ku gel bi çalakiyên xwe dixwazin peyamê bide hikumeta demkî û bêje ku ji bo ku pirsgirêk kûrtir nebin, divê ew bi awayeke cidî nêzî vê dosyayê bibe. Oso got, divê hikumeta demkî bikaranîna van navan qedexe neke, ev nav girêdayî dîrok û nasnameya herêmê ye.

Oso diyar kir ku xwepêşandanên ku li Kobanê û herêmên din çêdibin, ji bo parastina nasnameya herêmê û dîroka wê ne û got: "Ji hezarên salan ve navê Kobanê heye. Ne pêkane bi navekî din berovajî heqîqeta herêmê û dîroka wê bê guhertin."

HEWLDANÊN GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo jî destnîşan kir ku guhertina navên bajar û bajarokan di çarçoveya hewldanên guhertina demografiyê de têne kirin. Her wiha got beriya niha gelek navên gund û bajarên herêmê bi armanca pêkanîna siyasetên desthilatê hatin guhertin.

Tozo diyar kir ku xwepêşandanên heyî rewa ne û wiha pê de çû: "Gel bi rêya xwepêşandanan helwesta xwe ya parastina nasnameya dîrokî û çandî nîşan dide.  Çalakiyên ku îro li Kobanê û hin bajar û bajarokên dîtir tên lidarxist bersiva gel a li hemberî guhertina navan e. "

Tozo da zanîn ku berpirsyariya vê mijarê ne tenê ya xwepêşandêran e û got: "Berpirsyariya parastina zimanê kurdî û dîroka wê, a rewşenbîr, akademsyen, partiyên siyasî û hemû aliyên peywendîdar e jî. Divê helwesta heyî ya gel bighêje civaka navneteweyî. Guhertina navên bajarên Kurdan berdewamiya kiryarên rejîma Baasê ya li dijî herêmê ye."

 (sb)

ANHA