Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne

Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê diyar kir ku wan 16 hezar û 350 rewşên nexweşiyên zikçûna dijwar û jehrîbûnê tomar kirine. Rêveberiyê diyar kir ava tanker û bîran sedema sereke ya van nexweşiyan e.

Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne
Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne
Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne
Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne
Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne
Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne
Nexweşiyên ji ber ava qirêjî li Hesekê zêde bûne
15 tîrmeh, 2026   05:36
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Li bajarê Hesekê bi hatina havînê re û berdewamkirina qutkirina ava Stasyona Elokê, nexweşiyên zikçûn û jehrîbûnê zêde bûne.

Şêniyên bajêr, ji ber nebûna çavdêriya çavkanî û kalîteya avê, neçar in avê ji tankerên taybet bikirin ku beşeke mezin ji vê avê ji bo vexwarinê ne guncaw e.

Gelek şênî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên avê bîran dikolin, lê ava bîran pir caran ji bo vexwarinê an bikaranîna navmalî ne ewle ye û carinan dibe sedema belavbûna nexweşiyên çerm.

HIŞYARIYÊN DER BARÊ AVA QIRÊJÎ DE

Serokê Beşa Nexweşiyên Perok a Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê Îlyas Kerûm diyar kir ku "sedema sereke ya zêdebûna nexweşiyan jehrîbûn û qirêja çavkaniyên avê ye”.

Kerûm wiha dewam kir: "Piraniya şêniyên Hesekê xwe dispêrin tankerên avê, ji ber vê yekê em nikarin kalîteya wê garantî bikin, ev yek ji sedemên herî berbiçav ên zêdebûna nexweşiyan e.”

HERÎ ZÊDE ZAROK NEXWEŞ DIBIN

Kerûm destnîşan kir ku zarok ji ber lawaziya laşê wan herî zêde bi zikçûnê dikevin û laşê wan ziwa dibe. Kerûm ji dê û bavan xwest kalîteya ava ku zarokên wan vedixwin bişopînin.

TEDBÎRÊN PÊŞÎLÊGIRTINÊ

Kerûm bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bigirin da ku nexweşiyên ku ji ber ava qirêjî kêm bikin. Her wiha bal kişand ser girîngiya paqijkirina avê bi klorê dema ku çavkaniyên nepêbawer têne bikaranîn û eger klor tune be, divê av berî vexwarinê were kelandin.

ŞOPANDINA PAQJIYA AVÊ Û PEYDAKIRINA DERMANAN

Têkildarî tedbîrên ku ji hêla Rêveberiya Tenduristiyê ve hatine girtin, Kerûm diyar kir ku tîmên rêveberiyê di mehên havînê de xebata xwe zêde dikin. Nimûneyên ava vexwarinê ji taxên cuda têne berhevkirin û ji bo lênêrînê, ji laboratuwarên pispor re têne şandin.

Li gorî amarên Rêveberiya Tenduristiyê, ji Sibatê ve li bajêr 181 nexweşiyên zikçûna bixwîn di nava zarokan de û 169 di nav mezinan de hatine tomarkirin. Hejmara nexweşên zikçûna dijwar jî di nav zarokan de gihaştiye 9 hezarî û di nav mezinan de jî 7 hezar.

(k)

ANHA