Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê bi armanca berfirehkirina qadên hêşîn ên bajêr, projeyeke mezin a avakirina meştela çandina daran da destpêkirin.

Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
Li Dirbêsiyê qadên hêşîn tên berfirehkirin
27 nîsan, 2025   06:15
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, ji bo berfirehkirina qadên hêşîn ên nava bajêr, xebatên xwe berfireh dike. Şaredarî projeyeke demdirêj a çandina daran da destpêkirin.

Şaredariya Gel meşteleke çandin û pirkirina daran ava kir, dê di meştelê de şitilên darên cur bi cur û şitilên kulîlkan bêne çandin. Ev dar dê paşê li qadên giştî, kêleka rêyan û heta li ber malên şêniyan bêne çandin.

Zêdan Nûh ê rêveberê Ofîsa Jîngehê ya şaredariyê, diyar kir ku li meştelê niha zêdetirî 4 hezar şitil hene, di nava wan de zêdetirî 20 cureyên darên fêkî û yên daristanan in, her wiha şitilên kulîlkan jî hene. Nûh got dar bi awayekî pisporî têne çandin.

Nûh her wiha da zanîn ku vê projeyê sala derbasbûyî bi derfetên şaredariyê dest pê kiriye, da ku bibe bingeha xebeteke berfireh a çandina daran.

Nûh bang li şêniyên bajêr kir ku bi awayekî çalak beşdarî vê xebata hevbeş bibin û tekez kir ku şaredarî amade ye şitilan peyda bike û li ber xaniyên şêniyan biçîne.

ANHA