Ji bo salvegera dagirkirina Efrînê û şermezarkirina komkujiya Kobanê rêzeçalakî

Di salvegera 7'emîn a dagirkirina Efrînê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şênî daketin qadan, her wiha şêniyan komkujiya li Kobanê şermezar kir û banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker kir.

18 adar, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 7'emîn a dagirkirina bajarê Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda dagirkerî şermezar kir. Şêniyan komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî malbateke bajarê Kobanê şermezar kir û banga destpêkirina lêpirsîna navneteweyî der barê wê komkujiyê de, kir.

HESEKÊ: ŞERMEZARKIRINA KOMKUJIYAN

Li bajarê Hesekê bi dehan şêniyên bajêr û koçberên Efrînê li pêşiya dêra Aşûrî ya taxa Til Hecer kom bûn û li wir hevserokê Meclisa bajarê Hesekê Farûq Tozo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Efrînê û domandina pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên wê û koçberkirina wan hatin şermezarkirin. Her wiha komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker a li dijî malbata Osman Berkel a bajarê Kobanê, kiriye hat şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar bike.

KOÇBERÊN EFRÎNÊ YÊN LI SEKEN ŞEBABÎ: NA JI GUHARTINA DEMOGRAFÎK RE

Koçberên Efrînê yên li Seken Şebabî ya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê guhartina demografî ya ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya koçberkirina şêniyan û bicihkirina malbatên biyanî li şûna wan a ku li Efrînê dide meşandin şermezar kir.

Koçberan bang li rêxistinên navneteweyî û desthilata Şamê kir ku ji bo vegerandina ewle ya koçberên Efrînê bixebitin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku guhartina nasnsmeya herêmê rawestîne.

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A SERÊKANIYÊ: TÊKILDARÎ KOMKUJIYÊ LÊPIRSÎNEKÊ VEKIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê ji kampa Serêkaniyê daxuyaniyek da û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker bi taybetî komkujiya dawîn a li gundê Berxbotanê ku di encamê de 9 endamên malbatê şehîd bûn hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, lêpirsîneke navneteweyî vekin.

DIRBÊSIYÊ: TEVÎ ÊRIŞAN BERXWEDAN DIDOME

Li bajarê Dirbêsiyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Yekitiya Xwendekarên Demokratîk bi 2 daxuyaniyan sûcên dewleta Tirk a dagirker bi taybetî komkujiya dawîn a li dijî malbateke bajarê Kobanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku êriş domandina siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd nîşan didin û banga vekirina lêpirsîneke navneteweyî hat kirin.

HOL: JINÊN BAJÊR BANGA HESABXWESTINÊ JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER KIR

Li bajarê Hol Meclsia Jinan a PYD'ê çalakiyek li dar xist û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze.

TIL BIRAK: NA JI DAGIRKERIYÊ RE

Li Til Birakê Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku binpêkirinên li dijî xaka Sûriyeyê rawestîne.

TIL TEMIR: DAGIRKERÎ HAT ŞERMEZARKIRIN

Li bajarê Til Temirê bi 2 çalakiyên cuda komkujiya li Kobanê û dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên li Kobanê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku bi awayekî lez tev bigere û sivîlan biparêze.

Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a Til Temirê meşeke girseyî ji bo şermezarkirina komkujiyê û salvegera dagirkirina Efrînê li dar xistin.

QAMIŞLO

Kombenda Efrîn a Civakî ya bajarê Qamişlo jî li çerxerêya Efrîn bi beşdariya bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên bajêr daxuyaniyek da û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir. Her wiha kombendê bang li hikumeta veguhêz a Şamê jî kir ku ji bo vegerandina ewle ya koçberên Efrînê bixebite.

(mh/fr)