Lidarxistina Konferansa Kurdî hat paşxistin

Konferansa partî û hêzên siyasî yên Kurdî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber kêmbûna demê û hatina Cejna Newrozê, hat paşxistin.

Lidarxistina Konferansa Kurdî hat paşxistin
18 adar, 2025   18:35
QAMIŞLO

Komîteya Amadekar a Konferansa Partî û Hêzên Siyasî yên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re diyar kiribû ku di 20'ê vê mehê de konferans wê li bajarê Qamişlo li dar bikeve, lê li gorî agahiyan vê dawiyê ji ber kêmbûna demê û hatina Cejna Newrozê, konferans hat paşxistin.

Di 6'ê vê mehê de jî partî û hêzên siyasî yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji bilî ENKS'ê civînek li dar xistibû û tê de geşedanên li Sûriyeyê û yekrêziya Kurdî hatibûn nîqaşkirin.

Ji mijarên civînê lidarxistina konferansê bû.

Piştî civînê partiyên siyasî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan belgenameya siyasî yên Partiyên Yekitiya Niştîmanî yên Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên derveyî wan nîqaş kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ENKS’ê bi îsrar e ew û PYD’ê li hev bicivin û partiyan jî ev yek qebûl kirin, her partiyek dikare bi ya din re bicive.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine wergirtine, PYD û ENKS'ê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û nûnerên Koalîsyona Navneteweyî bi hev re dûrî çapemeniyê civiyan û piştî civînê her du aliyan ew wekî erênî bi nav kir.

(mh/fr)

ANHA