Ronîda Ebdo ya di komkujiya Kobanê de birîndar bûbû şehîd bû

Ronîda Ebdo, keça mezin di malê de, ya ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata wê ya li gundewarê Kobanê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Ronîda Ebdo ya di komkujiya Kobanê de birîndar bûbû şehîd bû
18 adar, 2025   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov mezreyeke di navbera gundên Qomçî û Berxbotanê yên li başûrê Kobanê de şeva yekşem-duşemê maleke sivîlan bombebaran kir, di encamê de jê 7 zarok 9 kes ji heman malbatê şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Ji nav birîndaran xwişka zarokan a bi navê Ronîda Osman Ebdû ji ber birîna xwe ya giran, şehîd bû.

Ronîda ku xwedî hêvî û xewnên siberojê bû, ji ber birîna xwe gihîşt asta şehadetê. Şehadeta wê xemgîniyeke kûr di dilê malbatê û civaka xwecihî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hîşt.

Şênî û çalakgeran êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de gelek welatî dibin qurban, şermezar kirin û ev yek di dilê tevahî civakê de hestên hêrsê û xemgîniykê ava dikin.

Di demekê de ku pêdiviya sivîlên li herêmê bi ewlehî û îstîqrarê heye, ev êrişa ku rageşiyeke xeternak ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ye, pêk hat.

Ji malbatê tenê zaroka birîndar Narîn Osman ma.

(fr)