Ji bo sala nû ya xwendinê kampanya amadekariyê hat destpêkirin

Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê kampanyaya “vegera ewle…dibistana min xweştir e” li Gerînendetiyên Perwerdê û Fêrkirinê yên parêzgehan ji bo destpêkirina sala xwendinê ya 2026/2027’an da destpêkirin.

Ji bo sala nû ya xwendinê kampanya amadekariyê hat destpêkirin
2 îlon, 2026   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê îro li tevahî Gerînendetiyên Perwerdê û Fêrkirinê yên parêzgehan kampanyaya “vegera ewle…dibistana min xweştir e”, di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2026/2027’an, pêşxistina amadekariya dibistanan û dîsplînkirinê de, da destpêkirin.

Ev kampanya di demekê de tê ku sazî û kadroyên perwerdê xebatên amadekirina dibistanan û çavdêriya wê beriya vekirina dewama fermî di 6’ê Îlonê de zêde kirine.

Li parêzgeha Hesekê ji çend hefteyan ve xebatên amadekariya sala xwendinê ya nû hatine destpêkirin, nexasim li bajarê Qamişloyê. Rêveberiya Perwerdehiyê kampanyayek berfireh ji bo amadekirina dibistanan û sererastkirina wê; weke xebatên paqijiyê, çaksazî, dezenfektekirin, amadekirina polan bi alîkariyên xebatkarên perwerdê da destpêkirin.

Kampanyaya “Qamişlo bajarê paqijiyê ye” ya ku Gerînendetiya Herêma Qamişlo di 13’yê Tebaxê de daye destpêkirin derbasî hejmarek dibistanan jî bû.

Di 1’ê Îlonê de ajansa me daxuyand ku kampanya berdewam e û bi beşdariya nûnerên ji Gerînendetiya Herêmê, şaredarî, saziyên xizmetguzarî , sivîl, xebatkarên perwerdê 12 hatin paqijkirin, rastkirin. Xebatên li dibistanan hatine kirin bi armanca peydakirina jîngeheke xwendinê ya paqij û birêxistinkirî ye.

Hemwextî xebatên paqijî û sererastkirin xebatên amadekariya perwerdê li Hesekê tên kirin. Wezîrê Perwerdê û Fêrkirinê Mihemed Ebdurehman Tirko û Gerînendeyê Perwerdê yê parêzgeha Hesekê Ednan El Berî di 30’ê Tebaxê de rewşa xebata perwerdê  û amadekairyên sala nû, xebatên çaksazî û sererastkirin, peydakirina pirtûk, pêdiviyên xwendin û lojistîkî nîqaş kirin.

Di heman wextî de li deverên cuda yên Hesekê li ser perwerdehiya di hefteyê de tenê 3 wane bi Kurdî ne xwepêşandan hatin li darxistin.

(f)