Ji bo Rojava çalakî: Em banga piştevaniyê li hemû aliyan dikin

Di daxuyaniyên der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat diyar kirin ku yên pişta xwe dane çeteyan wê li dijî berxwedana gel teqez têk biçin û wiha hat gotin: “Em banga piştevaniya bi Rojava re li hemû kesî dikin.”

Ji bo Rojava çalakî: Em banga piştevaniyê li hemû aliyan dikin
4 kanûn, 2024   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrîş îro jî lig elek bajaran hatin protesto kirin.

XARPÊT

Li ber Garaja Xozat a Xarpêtê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partî ya Xarpêtê Songul Cengîz da zanîn ku êrîşên li hember herêmên Halep, Tel Rifat û Şehbayê sûcên mirovahiyê ne û wiha got: “Bi dehezaran kesên ji dagirkirina komên HTŞ û SMO direvin, li herêmên bi cih didin hedef tên girtin û ev rê li ber karasetan vedike. Ev êrîşên bi piştgiriya deshtilatdariyê pêk tên îradeya jiyanê ya ji bo aştiyê tune dike. Yên pişta xwe dane çeteyanw ê li dijî berxwedana demokratîk a gelan têk biçe. Em banga piştevaniyê li hemû kesî dikin.” 

HATAY

Li Hatayê Platforma Ked û Demorkasiyê ya Samandagê li Qada Abdullah Comert daxuyanî da. Li ser navê platformê Çala Cemalî axivî û da zanîn ku navbera gelên Rojhiata Navîn de dijminahî tê afirandin û pêkanînên emperyalîst xistine dewrê. Çagla Cemalî  li dijî êrîşan banga mezinkirina têkoşînê û tevgerê li gelan kir.

Bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antakyayê jî li pêş Dibistana Navîn a Sevsen Nevzat Şahîn daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê ÎHD’a Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglu ve hat xwendin.

MÊRDÎN

Tevgera Jinen Azad (TJA) ji bo avakirina zincîra jiyanê li hev civiya, bi armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Xaçerêya Îldo ber bi Parka Karayollariyê meş pêk anîn. Jinên ku li Çerxerêya Îldo  ji bo zincîra jiyanê hatin cem hev ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 

 Bİ ZİNCÎRA JİYANÊ MEŞ

 Jinên ku li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin dirûşmên "Bijî şoreşa jinên Rojava" û "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin. Parlamentera Partiya DEM Partiyê Salîha Aydenîz li ber barîkata polîsan got, “Tenê hûn dikarin rê li ber aştiyê bigirin. Jin tu carî nebûne alîgirên şer, şer karê mêran e, karê faşîzmê ye, karê kapîtalîzmê ye. Em heta dawiyê ji bo demokrasî, aştî û jiyana hevbeş li ber xwe didin."

Dayikeke din jî a di çalakiyê de got, "Em aştiyê  dixwazin, hûn çima rê li me digirin."

 Jinên ku destûr nehat dayîn biçin çerxerêya Îldoyê , li wê zincîra jiyanê avakirin. Jin ji wê bi zincîra jiyanê ber bi avahiya DEM Partiyê ya bajêr ve meşiyan.

 Jinên ku hatin avahiya DEM Partiyê ya bajêr li vir daxuyanî dan.

'ÇETE NE TENÊ GELÊ KURD QETİL DİKİN'

 Salîha Aydenîz li vir axivî û diyar kir ku herêmên di sala 2014'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, îro dîsa ji aliyê komên cuda ve tên desteserkirin. Salîha Aydenîz got, “Weke jin me xwest li dijî çeteyan daxuyaniyê bidin. Lê yên ku rê li ber çeteyan vekirin, rê li ber jinan venekirin û gotin, 'Hûn nikarin bimeşin, nikarin daxuyaniyê bidin, nikarin mudaxeleyî çeteyan bikin'. Em ê heta dawiyê lenet li çeteyan bînin.  Şerê Cîhanê yê 3'emîn li Sûriyê diqewime. Ev şer ji bo têkbirina jiyana hevbeş û şoreşa jinê tê meşandin. Ev şer tenê gelê Kurd qetil nake."

'EV RÊ NE RÊ YE'

Salîha Aydenîz da xuyakirin ku şerê li dijî demokrasî û jin ne karê jinê ye, şer karê mêr û yê mejiyê desthilatdar e û got, “Em weke kesên aştiyê dixwazin, dibêjin; Em li dijî şer, çete û faşîzmê ne. Rojava xizmê gelê vir e. Dema gelê Rojava di nava şer de be gelê Kurd nikare bê tevger bimîne. Yên ku ji aliyekî ve destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din jî li dijî gelê Kurd dest bi tayînkirina qeyûm, operasyon û şer dikin. Her roj şerê xwe kûrtir dikin. Ev rê ne rê ye, ev rê tê wateya bidawîkirina demokrasiyê. Tê xwestin ku şoreşa jinê bi destên çeteyan bê tinekirin. Heta ku Rojava di nava demokrasiyê de nejî em ê têkoşîna xwe bidomînin."

RİHA

Êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê hat protestokirin. Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayndir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.