Navên şehîdên êrişa li Dêrikê aşkera bûn

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Dêrikê de Ebdullah Elî El Ehmed û Enes Temam Mihemed şehîd bûn.

Navên şehîdên êrişa li Dêrikê aşkera bûn
4 kanûn, 2024   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek cihê şûştina erebeyan a bi navê Ararat a li bajarê Dêrikê bombebaran kir. Di encama êrişên de du welatî şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane ajansa me, navên şehîdên êrişan wiha ne; Ebdullah Elî El Ehmed û Enes Temam Mihemed.

Her du welatî li cihê şûştina erebeyan dixebitîn.

(bb)

ANHA