Ji bo pêşîgirtina li şewatên zeviyan şaneya krîzê hat avakirin

Li Hesekê ji bo amadekariyên bersiveke bilez a li hember şewatên li zeviyan, şaneyek krîzê hatiye avakirin û 17 xalên agirkujiyê li deverên cuda hatine avakirin.

Ji bo pêşîgirtina li şewatên zeviyan şaneya krîzê hat avakirin
14 gulan, 2026   05:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Bi destpêkirina demsala çinînê û zêdebûna xetereya şewatên zeviyan, li Hesekê şaneyeke krîzê hat avakirin. Ev şane ji nûnerên meclisa bajêr, bajarok û şaredariyên wan û tîmên agirkujiyê pêk tê.

Der barê vê mijarê de, ji rêveberên Tîma Agirkujiyê ya Hesekê Ehmed Mehdî ji ajansa me re diyar kir ku wan 2 roj berê bi meclisa bajêr, bajarok û şaredariyan û tîmên agirkujiyê re civînek li dar xistiye. Di vê civînê de şaneya krîzê ji bo şopandina demsala çinînê hat avakirin, û hemû aliyan amadebûna xwe ya ji bo alîkariyê nîşan da.

Mehdî diyar kir ku tîma agirkujiyê alav û personelên xwe amade kirine û nêzîkî 17 xal ava kirine da ku di her rewşeke awarte de bikarin bi lez bersivê bidin.

Mehdî diyar kir ku xalên agirkujiyê yên li 3 cihan li ser rêya Hesekê û Qamişlo heta xaçerêya Hetîn li bajarokê Safiya û gundê Til Mensûr, hatine danîn, her weha xalek li ser rêya navneteweyî û yek jî di navbera xala agirkjuiyê ya Hattîn û bajarokê Til Beydar de hatiye danîn.

Medhî her wiha da zanîn ku 3 xalên kontrolê yên fdin ji Til Beydar ber bi bajarê Dirbêsiyê, bi taybetî li bajarokên Sikr û El Xas, û yek li gundê El Şûr ber bi bajarokê Zirganê e ve hatine danîn.

Her wiha xalên agirkujiyê yên li bajarê Til Temeir û gundê El Xerîta tên Hesekê û 2 xalên agirkujiyê li Til Mecdel û Xaçerêya Sadiq li aliyê başûr hatine danîn.

Ehmed Mehdî wiha dewam kir: "Em ê kampanyayek hişyarkirinê bidin destpêkirin û broşûran li şêniyan belav bikin da ku berhemên çandiniyê biparêzin, her wiha emê cotkaran der barê amadekirina hemû alavên xwe, hişyar bikin. "

Di dawiyê de, Ehmed Mehdî, ji şêniyan xwest ku di vê demê de ji deverên çandiniyê dûr bikevin û bang li ajokaran kir ku dûvikên cixareyan li ser rêyan neavêjin.

(k)

ANHA