Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze

Pirtûkxaneya Qusey El Besrî bala xwendevanan dikişîne. Gelek cureyên pirtûkan lê hene û ji bo ciwanan bûye cihekî dilkêşiyê.

Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze
Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze
Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze
Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze
Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze
Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze
Pirtûkxaneyeke li Hesekê hebûna xwe ya çandî diparêze
14 gulan, 2026   06:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Pirtûkxane li bazara giştî ya bajarê Hesekê ye. Li pirtûkxaneyê gelek cureyên pirtûkan hene û ruxmî pirsgirêkên aborî pirtûkxane hebûna xwe berdewam dike. 

Qusey El Besrî ji bajarê Dêrazorê ye. Ji sala 2012`an ve li bajarê Hesekê dimîne. Ji pirtûkan hez dike û projeyekî çandî vekiriye. Gelek cureyên pirtûkan li pirtûkxaneyê têne peydakirin.

El Besrî anî ziman ku hîna pirtûk têne kirîn lê ji ber pirtûk bi dolarê amerîkî têne firotin û bihabûne êdî mîna berê nayên kirîn. Her wiha diyar kir ku xwendina elektronîk jî belav bûye û nema zêde pirtûkan dikirin. El Besrî demên berê bi bîr anî û got di dema rejîma Baasê de hinek pirtûkên li dijî hişmendiya wan bûn, qedexe kiribû.

Li pirtûkxaneya El Besrî pirtûkên dîrokî, çandî, wêjeyî, romanên cîhanî û erebî hene. Ruxmî zehmetiyan karê xwe berdewam dike. Pirtûkên ku têne xwendin peyde dike û li bazarê tevgereke rojane çêbe. El Besrî got xwendevan romanên biyanî, wêjeya erebî, rûsî, frensî û çîrokên polîsî dixwînin. Ew jî hewl dide ku pêdiviya xwendevanan pêk bîne.

El Besrî diyar kir ku wî ji sala 1994`an ve li bajarê Dêrazorê pirtûkxane vekiribû û niha jî li Hesekê heman xebatê dike.Li gorî tecrubeya El Besrî xelkê bajarê Hesekê yê herî zêde pirtûkan dixwînin.

Xwediyê pirtûkxanê Qusey El Basrî di dawiya gotinên xwe de bang li ciwanan kir ku girîngiyê bidin xwendinê û xwe bi pêş bixin.

(np)

ANHA