Desthilatdariyeke nû li Sûriyeyê; ‘şêx’

Di nav saziyên hikumeta Sûriyeyê de rola kesayetên bi navê "şêx" wek desthilatdariyeke bibandor derketiye holê. Ew destwerdana hemû kar û barên xizmetguzarî, dadwerî û milkan dike, her wiha ji bo pejirandina projeyên veberhênanê jî destûra wî tê xwestin.

Desthilatdariyeke nû li Sûriyeyê; ‘şêx’
14 gulan, 2026   04:15
ŞAM

Peyva "şêx" li Sûriyeyê di nav hikumeta heyî de bûye navdar ku şêx bûne kesên herî bibandor ên xwedî desthilatdariyeke rastîn di saziyên hikumetê û beşên xizmetê de.

Li gorî çavdêriyên ajansa me, "şêx" destwerdana kar û barên milk û malan û avakirina wan dike. Li hin deveran, her çalakiyeke têkildarî milkan (firotin, nûkirin, derxistin an xwedîbûn) hewceyî pejirandina şêx a rasterast e.

Şêx di heman demê de ji bo polîsên trafîkê lêvegera sereke ye û ev yek ji bo hemû saziyên fermî, wezaretan û dadweriyê derbas dibe.

Li gorî çavkaniyên ajansa me, veberhênerekî Ereb ji bo avakirina projeyeke xizmetguzariyê hatiye herêma Qudseya a Şamê. Xelkê herêmê û rûspiyên civakê şîret pê kir ku pêşî bi şêx re şêwirê bike. Piştî gotûbêja çend demjimêran, dan û standina agahiyan û lêpirsînên li ser projeyê, şêx ji sedî 30 para projeyê xwest. Veberhêner ji van kiryaran matmayî ma û vegeriya welatê xwe.

Rûspiyên civaka herêmî, nerazîbûna xwe li hember vê pozîsyona nû nîşan da.

Pisporeke pêşketina îdarî ji ajansa me re got navê "şêx" ji wateya olî veguheriye ya erkdariyekê ku desthilatdariya mutleq di nav saziyên hikumetê de nîşan dide, ew ketiye şûna avahiyên îdarî yên kevneşopî. Her wiha diyar kir ku yek ji pozîsyonên nû yên li Sûriyeyê hatine afirandin, ya serokê dadweriyê ye ku bi navê "şêx" tê naskirin ku li ser bingeha biryarên îdarî yên ku ne li gorî qanûna desthilatdariya dadwerî ya kevneşopî ne, xwedî desthilatên berfireh e û ji desthilatên parêzer, dozgerê giştî û serokên dadgehan derbas dibe. Ev kesayet pirî caran bi Heyet Tehrîr El Şam ve girêdayî ne.

Li gorî çavkaniyên ajansa me, parêzgeha Şamê berî ku rapora kesên ku di projeyên Marota û Basilia City de zirar dîtine temam bike, bi şêx re şêwir kiriye û erêkirina wî wergirtiye.

Parêzgehê ev tişt ji medyayê veşart, berevajî vê ew wek gaveke rewa û bingehîn di xebata hikumetê de hatiye pêşkêşkirin.

(k)

ANHA