Ji bo parastina zeviyan ji şewatan amadekariyên berfireh

Li Reqayê bi armanca parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan, Navenda Bersivdayîna Destpêkê, şaredarî û komeleyên çandiniyê di nava amadekariyan de ne.

27 gulan, 2025   08:05
REQA
ENES MIHMED

Navenda Bersivdayîna Destpêkê bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê, Yekitiya Şaredariyan û komeleyên çandiniyê bi armanca parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan amadekariyan dikin.

Di çarçoveya amadekariyan de, li seranserî kantonê tîmên agirkujiyê hatine bicihkirin, erebeyên agirkujî hatin sererastkirin û xebatakar li ser bersivdayîna lezgîn a di rewşên awarte yên şewatan de hatin perwerdekirin.

Koordînatorê Tîma Agirkujiyê ya Kantona Reqayê, Mihemed El Hemûd têkildarî amadekariyan de ev agahî dan ajansa me: "Navendeke nû ya tîmên agirkujiyê li El Ekirşiyê hatiye vekirin. Li Selhebiye, Hezima û Keramê jî navend hatine vekirin. Ev tîm bi armanca parastina çandiniyê ji şewatan bi taybetî li herêmên çandiniya avî hatine bicihkirin."

El Hemûd diyar kir ku bi armanca misogerkirina bersiveke bilez a ji rewşeke awarte re, wesayitên agirkujiyê yên yekîneyan bi tevahî hatine tamîrkirin.

Yekîneyên agirkujiyê di rojê de24 saetan dixebitin, her tîmek bi wesayîtek agirkujiyê, tankerek avê û du personelên perwerdekirî ve hatî amadekarin da ku di rewşên awarte de bi lez bersivê bê dayîn.

Komeleyên Cotkaran jî bi armanca pêşîgirtina li şewatan, gihayên bi zerar yên li nêzî rê û deverên çandiniyê rakirine.

Serokê Kooperatîfa Cotkaran a Mişêrfê, Hesen El Ugla diyar kir ku wan rexên zeviyên çandiniyê cot kirine da ku çirsûkên erebeyan jî qûncikên çixareyan neghêjin zeviyan û nebi sedama şewatan.

Hesen El Ugla anî ziman ku ji bo rewşên awarte yên muhtemel wan tevahî alavên kooperatîfan amade kirine.

Li kantona Reqayê rûbera zeviyên çandiniyê yên avî 472 hezar û 834 donim e. Piraniya wan bi rêya kanalan ku ji çemê Firatê hatine kişandin, tê avdan.

(bb)

ANHA