Gotin Sûriyeyiyan di bin ala aştiyê de li hev dicivîne

Li Reqayê, bajarê ku bi ronesansa xwe ya çandî dibiriqe, helbestvan û nivîskarên ji seranserê Sûriyeyê ji bo yekem Festîvala Wêjeyî ya Firatê li hev civiyan. Ev çalakiya wêjeyî di nava xwe de peyama hêviyê hilgirt ku şiyana çandê ya Sûriyeyiyan di bin yek sîwanê de, dûrî tifingê kom bike û zimanê afirînerî û aştiyê nîşan bide.

Gotin Sûriyeyiyan di bin ala aştiyê de li hev dicivîne
Gotin Sûriyeyiyan di bin ala aştiyê de li hev dicivîne
Gotin Sûriyeyiyan di bin ala aştiyê de li hev dicivîne
Gotin Sûriyeyiyan di bin ala aştiyê de li hev dicivîne
Gotin Sûriyeyiyan di bin ala aştiyê de li hev dicivîne
27 gulan, 2025   05:06
REQA
MIHEMED XELÎL

Desteya Çandê ya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê li Navenda Çandê ya bajêr li dar xist. Di festîvalê de wêjevan, helbestvan û nivîskar amade bûn.

Festîval di 24'ê vê mehê (Gulan) de dest pê kir û 3 rojan dom kir. Di festîvalê de pêşageheke pirtûkan hat vekirin, wêjevan û helbestvanên Reqayê hatin bibîranîn, roman û çîrok ji aliyê beşdaran ve hatin xwendin û stranên folklorî yên ji kultûra herêma Reqa û Firatê hatin pêşkêşkirin.

RUXMÎ SALÊN PAŞGUHKIRINÊ REQA NASNAMEYA XWE PARASTÎ YE

Beşdaran diyar kir ku lidarxistina vê çalakiya wêjeyî di bajarekî de ku gelek zilm û kişandiye pir girîng e, lê îro bi ronesansa xwe ya umranî û çandî vedigere zîndîtiya xwe û ruxmî salên paşguhkirinê nasnameya xwe parastî ye.

Helbestvan Beşar Kemûn ê ji bajarê Qedmûs ê gundewarê Tartûsê girêdana xwe ya kûr bi Reqayê ve nîşan da û got: "Di rastiyê de, ez xelkê vî bajarî me. Min 12 salan lê xwend û berê ez di festîvaleke wêjeyê ya bi navê 'Bi Pênûsên Sûriyeyî' de beşdar bûm. Lê îro di Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê de her tişt cuda ye. Her mirovek azad e û armanca her helbestvan û wêjevanekî aştî ye, ji ber ku aştî navnîşana cîhanê ye. Xewna wêjevanên vî welatî ew e ku peyv û wêje me bikin yek, da ku em li hemberî tifingan şer bikin û herikîna xwînê ya ku em westandine, rawestînin."

Di berdewama axaftina xwe de Kemûn diyar kir ku wêje û gotin nûnertiyeke durist a rawestandina xwînrijandina mirovan dikin û wiha domand: "Ava Firatê di damarên min re dirêwişe, ne bi kêfa xwe min Reqa terk kir û ji bilî aşiqekî ku bêrîkirinê ew westandiye, venegerîm. Tiştê ku min li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîtiye, bi taybetî li Reqayê diyar dike ku ev herêm bi pêş ketine."

Helbestvan û çîroknivîs Umeyme Îbrahîm a ji bajarê Humsê tev li festîvalê bûye, got: "Tiştê ku hiştiyê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikim, ne tenê tevlêbûna festîvalê bû, lê daxwaza min a dîtina ronesansa şaristanî ya li herêmê ye. Rumxî mesafeya dûr, lê bi îsrar bûm werim û ji nû ve bibînin."

Umeyme Îbrahîm kêfxweşiya xwe bi dîtina çalakiyên çandî yên herêmê wekî pêşangeha pirtûkan û ya şûnwaran, gelê dilsoz û hezkiriyê gotin û çandê. Umeyme got: "Bi beşdariya komên gelêrî yên hunerî, helbestvan û nivîskarên ji tevahî Sûriyeyê min zanî ku diruşma festîvalê (Ximava Sûrî ji bo aştiyê) ji bo me hemûyan xwedî girîngiyek mezin ".

Umeyme her wiha got: "Em bi ximava Sûriyeyî ji bo aştiyê dinivîsînin. Ez hêvî dikim piştî ez ji Reqayê derkevim, bi ruhekî nû careke din lê vegerim. Em ê welatê xwe bi biryardarî û aîdiyetê ava bikin. Tiştê min li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêşketin û ronesansa şaristanî û çandî dîtiye cihê serbilindiyê ye."

Bi gotinên tije hezkirin û aîdiyet Umeyme Îbrahîm peyamek da gelê Sûriyeyê û wiha ye: "Ey gelê Sûriyeyê, ji bakur heta başûrê, ji derya heta bi libeke axê ji we hez dikim. Bi hev re em Sûriyeya ku hêvî dikir ava bikin, Sûriyeya ku tevahî hêviya wê dikin, Sûriyeya ku layiq di pêş dewletên pêşketî de be."

(mh/fr)

ANHA