Şêniyên Çilaxayê ji ber pirsgirêka çopê bi gazinc in

Xelkê Çilaxayê ji ber kombûna çopê li nêzî malan bi gazinc in. Şaredariyê diyar kir ku kêmbûna derfetan li pêşiya avakirina sergoyekê dibe asteng.

Şêniyên Çilaxayê ji ber pirsgirêka çopê bi gazinc in
Şêniyên Çilaxayê ji ber pirsgirêka çopê bi gazinc in
Şêniyên Çilaxayê ji ber pirsgirêka çopê bi gazinc in
Şêniyên Çilaxayê ji ber pirsgirêka çopê bi gazinc in
Şêniyên Çilaxayê ji ber pirsgirêka çopê bi gazinc in
Şêniyên Çilaxayê ji ber pirsgirêka çopê bi gazinc in
27 gulan, 2025   07:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji ber nebûna cihekî taybet ji çopê re, çop li derdora bajar bi awayekî bêserûber belav dibe. Şênî ku ji ber belavbûna bêserûber ya çopê bi gazinc in, daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê ji Şaredariya Gel kir.

Karmendên şaredariyê rojane çopê ji taxan kom dikin, lê neçar dimînin ku veguhêzin cihekî neamadekarî. Ji ber vê yekê bêhna nexweş belav dibe û ji ber şewitandina çopê duman belav dibe. Ev jî dibin sedema belavbûna mêş û mûran.

Taxa Xesan Kenefanî ku derdora bajar e, yek ji taxên herî nêzî çopê ye. Şêniyên vê taxê ji ber belavbûna bêhna nexweş zehmetiyan dikişînin. Bi hatina havînî re metirsiyên wan ji belavbûna nexweşiyên bêhnê û laşmanyayê zêde dibin.

Şêniyê bi navê Abdullah El Haman ji taxa Xexan Kenefanî ye der barê mijarê de got: "Ji ber kirêya kêm a xaniyan me ev tax hilbijartiye. Lê ji ber bêhna nexweş, dûman û mêşan em nikarin bijîn. Pirsgirkên hesasiyet û nexweşiya rebûyê bi zarokên me çêbûne. Ev sergo metirsiyek rasteqîn li ser tenduristiya me çêdike."

Şêniyê bi navê Adil Hemze El Celûd jî da zanîn bi hatina havînî re rewşa wan xirabtir dibe û wiha domand:"Dûmana ji ber şewitandina çopê, bi taybetî plastîk û dûlaban de derdikeve îltîhaban di pergala bêhnkişandinê de çêdike. Me gelek caran li şaredariyê gilî kir lê bê encam bûn. Dermanên dijî mêş û mûran wekî pêdiviyên sereke li malên me hene."

Serokê Komîteya Xizmetan a Şaredariya Gel a Çilaxayê Îsam Tahir Xelef der barê pirsgirêkê de destnîşan kir ku şaredariyê hay ji xetereya vê pirsgirêkê heye, lê derfetên wê kêm e ku sergoyeke birêxistinkirî ava bike.

Îsam Tahir Xelef diyar kir ku pêdiviya wan bi alavên mezin hene û wiha domand: "Ji bo ku ev pirsgirêk di demeke nêzîk de were çareserkirin, me raporeke berfireh pêşkêşî Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê kiriye û me desteka teknîk û lojîstîk xwestiye."

(bb)

ANHA