Ji bo mitînga Colemêrgê gel kom bû

Bi sedan kesên ku ji bajarên cûda berê xwe dane Colemêrgê, gihiştine bajêr û lihev kom dibin.

Ji bo mitînga Colemêrgê gel kom bû
13 hezîran, 2024   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hilbijartinên Şaredariya Colemêrgê di 3’ê Hezîranê de hate desteserkirin, hevşaredarê ji DEM Partiyê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate danîn.

Li dijî vê desteserkirina îradeyê wê li taxa Tekserê li qada otogarê bi beşdariya bi deh hezaran kesî mîtîngeke mezin bê lidarxistin.

Ji bo mîtînga DEM Partiyê ya bi dirûşma ‘Şaredari yên gelan e, em ên nehêlin bê desteserkirin’ tê lidarxistin, ji roja Çarşemê ve ji bajarên cuda gelek kes ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.

Bi sedan kesên ji Îzmîr, Edene, Amed, Erzîrom û Agiriyê bi rê ketin gihîştin bajêr. Girseya gel li ber avahiya DEM Partiyê ya Rêxistina Colemêrgê li hev kom dibe.