Li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan

Rêxistinên hiqûqê yên Enqereyê ji bo li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ê 39 meh in agahî jê nayên wergirtin bikevin nava hewldanan serî li Baroya Enqereyê dan.

Li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13 hezîran, 2024   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hiqûqa Civakî beriya niha ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn ji wan re tu bersiv nehatibû dayîn. Li ser vê yekê serî li Baroya Enqereyê dan. Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji baroyê xwestin ku bikevin nav hewldanan. 

JI WEZÎR TÛNÇ RE BERSIV

 Piştî ku daxwaznameya li Edliyeya Enqereyê hate dayîn daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan bal kişand ku nikarin karê xwe yê parêzeriyê bikin û got: “Li ser vê yekê me serî li baroyê da. Beriya niha jî me serî li yekitiya baroyan dabû.”

Kozan, qala gotinên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç ên “tecrîd nîne” kir û got: “Wezîr gotibû ku tecrîd nîne, biryarên dadgeriya înfazê tên pêkanîn.’ Lê ev ne tenê biryarên dadgeriyên înfazê ne. Divê em bêjin ku polîtîkaya tecrîdê ya siyasetê tê pêkanîn. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re û biryar girtina dadgeriyên înfazê ya her tim ne rewşeke li gorî hiqûqê ye.”