Artêşa Îsraîlê kete Cenînê 

 Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarê Cenînê yê bakurê Difa Xerbiye bi ser gelek mal û taxan de girt û kampa wê wek "herêmeke leşkerî ya girtî" îlan kir.

Artêşa Îsraîlê kete Cenînê 
13 hezîran 2024   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê, kampa Cenîn wek "herêmeke leşkerî ya girtî" ragihandiye.  

Li gorî WAFA’yê "Artêşa Îsraîlê êriş tîmên tenduristyê û ambulansan kiriye, tevgera çûn û hatinê ya şêniyan asteng kiriye û bi ser gelek malan de girtiye, erebeyên welatiyan, basteyên fêkî, sebzeyan û sûrên malan wêran kiriye.

Cîgirê nexweşxaneya Cenîn Mistefa Hemarşe li ser mijarê ev agahî dan WAFA’yê " Îsraîl deriyên ketina kampê dorpêç kirine, nahêle kesek biçe nexweşxaneyê yan jî jê derkeve. Di heman demê tevgera ambulansan jî asteng kiriye. "

(şx)