Ji ber êrişan 150 ton gehim xirab bû

Rêveberiya Xweser aşkera kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser embara tov a Kobanê, 150 ton tovê genim xirab bûye.

Ji ber êrişan 150 ton gehim xirab bû
20 ÇILE, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Saziya Pirkirina Tovan a kantona Firatê Mihemed Miskozade ji bo Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên di 14'ê Çileyê de yên li dijî embara tov a saziyê de, jeneratorên kehrebeyê rawestiyan û zirar gihîşt makîneyên paqijkirin û veqetandina tov.

Mihemed Miskozade ev agahî dan: "Di encama êrişê de zirar gihîşt 150 ton genimê embarkirî. Her wiha zirar gihîşt erebeyên veguhastinê û odeya madeyên veqetandinê û banê avahiyê. Zirara giştî 150 hezar dolar e."

Ji şeva înê de dewleta Tirk a dagirker êrişên giran bi rêya balafirên bêmirov û yên şer li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û êrişî zêdetirî 80 navendan kiribû.

(mh)