Ji bo mamosteyên bexçeyê zarokan şahiyek hate lidarxistin

Mamosteyên bexçeyên zarokan perwerdeya xwe bi dawî kirin û bi şahiyekê pêşangehek vekirin.

Ji bo mamosteyên bexçeyê zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo mamosteyên bexçeyê zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo mamosteyên bexçeyê zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo mamosteyên bexçeyê zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo mamosteyên bexçeyê zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo mamosteyên bexçeyê zarokan şahiyek hate lidarxistin
6 îlon, 2025   13:25
QAMIŞLO

Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê ji bo 130 mamosteyên bexçeyê zarokan ên bajarên Qamişlo, Til Birak, Tirbespiyê û Amûdê ku perwerdeya xwe ya rêbazên dayîna dersan û şêwazê danûsendina bi zarokan bi dawî kirin, şahiyek orgenîze kir.

Şahî li hola Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo bi amadebûna mamosteyan û endamên rêveberiya dibistanan hate lidarxistin.

Di şahiyê de pêşangehek ji aliyê mamosteyên ku perwerdeya xwe bi dawî kirine hate vekirin, di pêşangehê de berhemên karên destan ên her bexçeyekê hate pêşandan.

Karên destan ên ku hatin pêşandan xwedî peyamên şîretkariya zarokan bûn û bi rengên cur be cur ên ku bala zarokan dikşînin hatibûn çêkirin.

Perwerdeya mamosteyan 24`ê Tebaxê dest pê kiribû û îro (6`ê Îlonê) bi dawî bû.

(fk)

ANHA