Di operayona Mirovî û Ewlehiyê de 4 DAIŞ’ hatin girtin

Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Di operayona Mirovî û Ewlehiyê de 4 DAIŞ’ hatin girtin
6 îlon, 2025   13:25
HESEKÊ

Qonaxa 4’emîna a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzê Ewlekariya Hundirîn –Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi desteka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koaslîyona Navneteweyî li kampa Holê û derdora dane destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike.

Li Navenda Ragihandinê ya  YPJ’ê, di operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

(bb)

ANHA