Beşdarên pîrozbahiyên Ekîto li Til Temirê banga mafên neteweyî yên Suryaniyan kirin

Di pîrozbahiya Ekîto li Til Temirê de daxwaza naskirin û garantîkirina destûrî ya mafên neteweyî yên Suryaniyên Asûrî-Keldaniyan hat kirin, ji bo yekitî û avakirina Sûriyeyek demokratîk û piralî bang hatin kirin.

1 nîsan, 2026   15:52
HESEKÊ

Partiya Yekîtiya Suryanî, bi hevkariya Partiya Demokratîk a Suryaniyan, pîrozbahiya Cejna Ekîto li gundê Til Werdiyat li gundewarê Til Temirê li dar xist.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê û sirûda neteweyî ya Suryaniyan dest pê kir,. Piştre endamê komîteya rêveber ya Partiya Yekîtiya Suryanî Gebriyêl Şemon, axivî û cejna Ekîto li hemû Suryaniyan pîroz kir.

Şemo wiha dewam kir: "Mafên me yên neteweyî, cejnên me û zimanê me bingeha têkoşîna me ne. Ew ne tenê slogan in, lê armancên ku em hewl didin li Sûriyeyê nas bikin in. Bi pêkanîna wan, mafên desteserkirî dê  maf ji xwediyên wan ên rewa re werin vegerandin, û jiyan dê vegere laşê ku êşa zordariyê kişaneiye."

Di dawiyê de Şemon got: "Di vê roja dîrokî de, em bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin ku mafên me yên neteweyî nas bike û wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bicîh bîne, û parvekirina rastîn a desthilatdariyê ji bo hemû hêzên siyasî û nûnerên hemû civakan misoger bike."

Li ser navê Partiya Demokratîk a Asûrî Conî Hurmiz axivî û hemû amadebûyan pîroz kir û got: "Ev cejn ne tenê destpêka salek nû ye, lê sembola berdewamiya gelekî kevnar e ku beşdarî avakirina yek ji şaristaniyên herî girîng ên dîroka mirovahiyê bûye."

Hurmiz wiha zêde kir: "Mafên gelê me tenê bi rêya naskirina destûrî ya eşkere ya nasnameya me ya neteweyî, misoerkirina beşdariya me di biryardanê de, û parastina hebûna me li ser axa me ya dîrokî dikarin werin pêkanîn."

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Foza Yûsif bi boneya Ekîto pîrozbahî li gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî û hemû pêkhateyên cihêreng ên Sûriyeyê kir.

Foza wiha zêde kir, "Gelê Suryanî-Asûrî di nav gelên herî kevin ên Mezopotamyayê de ye. Mixabin, ew di sedsalên borî de rastî qirkirinê hatine, û li Sûriyeyê, ew hatine paşguhkirin. Lêbelê, piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê, cara yekem piştî gelek salan, gelê Suryanî-Asûrî karîbû destkeftiyên dîrokî bi dest bixe. Wan dest bi fêrbûna zimanê xwe yê dayikê kir û bi azadî çanda xwe pêk anîn. Divê ev destkeftî were parastin û li seranserê Sûriyeyê were belavkirin.Î

Foza wiha berdewam kir, "Gelê Suryanî-Asûrî di şoreşa Sûriyeyê de qurbaniyên mezin dan û ji cih û warên xwe hatin derxistin. Mafê wan heye ku li Sûriyeyê bi mafên xwe bijîn. Em bi qonaxek nû re rû bi rû ne ku ji civakên cihêreng, hewce dike ku em dibin yek ji bo avakirina Sûriyeyek ku hemî gel û mezheban dihewîne."

Piştî axaftinan pîrozbajî bi stran û govendên Koma Atra ya Suryanî, Koma Inanna û Koma Koro û gerandina govendê berdewam kir.

(k)