Ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê qeydkirina namzetan destpê kir

Ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê ku wê di 28'ê Hezîranê de pêk were, ji roja Pêncşemê û heta pênc rojan serlêdan wê karibe li Wezareta Karên Hundir bê kirin.

Ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê qeydkirina namzetan destpê kir
30 gulan, 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên di medya dewletê de hatin weşandin, ji bo hilbijartina serokkomarê bikeve şûna Îbrahîm Reîsî yê ku di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, pêvajoya qeydkirina namzetan roja Pêncşemê dest pê kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA'yê ragihand ku dema qeydkirina namzetan saet di 08.00 de dest pê kir û wê pênc rojan li Wezareta Karên Hundir heta saet 18.00 dewam bike.

Hilbijartin wê di bihara 2025'an de bihata kirin. Lê belê piştî ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan, hate ragihandin ku hilbijartin wê di 28'ê Hezîranê de bê kirin.