Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel

Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê der barê ˊDoza Kobanêˊ û cezayên li dijî siyasetmedarên Kurd de panelek li dar xist.

Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Helebê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
30 gulan, 2024   16:32
HELEB

Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê 16ˊê Gulanê li dijî 108 siyasetmedar û hiqûqnasan, di nav de hevserokên berê yên HDPˊê Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksadag û hevserokê niha yê Şaredariya Bajarê Mezin Mêrdînê Amet Turk cezayên girtinê birî.

Ji bo nîqaşkirina li ser vê mijarê, Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehba panelek li dar xist.

Panel li hola Telêt Heleb a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya endamên û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan hat organîzekirin.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê (şaxê Heleb) Xalîde Ebdo mijara yekemîn a bi navê ˊDoza Kobanêˊ xwend û tê de îşaret bi êrişa çeteyên DAIŞˊê yên li dijî Kobanê di 2014ˊan de kir.

Xalîde diyar kir ku HDPˊê ji bo bidawîkirina êrişa çeteyên DAIŞˊê li ser Kobanê serî li tevahî rêbazên zextên aştiyane û demokrasiyê da ku hikumeta Tirkiyeyê gav bi paş ve biavêje.

 Xalîde anî ziman ku HDPˊê daxwaz kir ku korîdoreke ewle ji Tirkiyeyê heta bi Kobanê were vekirin da ku alîkarî werin şandin û xwest piştgiriya çeteyên DAIŞˊê were bidawîkirin.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fadiya Şêx Îsa mijara duyemîn xwend û tê de cezayên li dijî 108ˊê siyasetmedarên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê hatine birîn hatin nîqaşkirin.

Fadiya diyar kir ku tu şeriyet û rewabûna cezayên li dijî hevserokê berê yê HDPˊê Selahattîn Demîrtaş tune ne.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di Mijdara 2018ˊan de  girtina Selahattîn Demîrtaş bi ajoyên siyasî bi bîr xistibû û gotibû divê were berdan.

Girêdayî heman mijarê Selahattîn Demîrtaş di 25ˊê Îlona borî de gotibû; "Tu delîl li dijî wî tune ne. Ev doza tolhildana siyasî ye. Bi qanûnî em nehatin girtin."

Piştî mijar bi dawî bûn, beşdaran nîqaş kir. berdevkê Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Bedran Hemo got yê herî zêde şerê Kurdan dike û hewl dide tune bike dewleta Tirk a dagirker e, ji lew re hêza terorî (DAIŞ) aktîv kir ku piştgiriya wê bike. Doza Kobanê jî vê yekê aşkera dike.

Hemo destnîşan kir ku serfeberiya Rêber Abdullah Ocalan ragihandiye û piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê di aliyên gihandina alîkariyan û daketina li qadan de nehiştin dewleta Tirk armancên xwe bigihîne serî.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber bal kişand ser berxwedana jinan di Doza Kobanê de û got: "Qêrîna şehîd Arîn Mîrkan hişt ku rola jinan di şer û birêvebirinê de were aktîvkirin."

(fr)