Ji Fermandariya Eyaleta Amedê hişyarî

Fermandariya Eyaleta Amedê kesên ku li Amedê sîxuriyê dikin hişyar kir û diyar kir ku ewe teqez hesabê ji kesên ku bi şêwayên cuda zirarê didin gelê û gerîla de hesap bipirsin.

Ji Fermandariya Eyaleta Amedê hişyarî
30 gulan, 2024   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Eyaleta Amedê bi daxuyniyêkî ji bo kesên bi navê Fûat Yalçin û Murteza Karademîr li ser navê Tevgera me pereyan ji mirovan kom dikin hijiyarî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Li Eyaleta me ya Amedê me agahî girt ku kesên bi navê Fûat Yalçin û Murteza Karademîr li ser navê Tevgera me pereyan ji mirovan kom dikin, lê di esasê xwe de sîxurî dikin, hewl didin gelê me yê welatparêz bixapînin û xizmetê ji dijmin re dikin. Divê hemû gelê me û derdorên welatparêz li hember van kesan hişyar bin, ji wan bawer nekin û di nava xwe de nehewînin. Haya me ji hemû faeliyetên sîxuriyê yên li eyaleta me tê meşandin, heye û em diyar dikin ku ev yek wê bêbersiv nemîne. Em diyar dikin ku, em ê teqez hesabê ji kesên ku bi şêwayên cuda zirarê didin gelê me yê welatparêz û destê wan di xwîna gerîla de hene bixwazin.”